Rêveberiya Tehranê hewara xwe gihand Îslamabadê

Rejîma Îranê ji bo 14 leşkerên xwe yên li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê hatin revandin, daxwaza alîkariyê ji rêveberiya Îslamabadê kir.

Hate gotin, sibeha Sêşemê li eyaleta Sîstan û Belûcîstanê zêdeyî 10 leşkerên Îranê ku Mihafizên Şoreşê jî di nav de bûn, dîl hatine girtin. Medya herêmî jî ragihand ku hejmara leşkerên hatine revandin 14 ye. Lê rayedarên Îranî hejmareke zelal eşkere nekirin.

Ceyşul Adl ku komeke sûnî ye bi daxuyaniyekê ragihand ku wan leşker revandine û ev çalakî jî ji bo hilanîna tola Misilmanên Sûnî yên tehde li wan tê kirin, pêk anîne.

Rêxistina Ceyşûl Adl ku ji serhildêrên Sûnî pêk tê, sala 2012'an ji aliyê endamên Cûndûllah ve hate avakirin. Êrîşa destpêkê ya herî mezin a vê rêxistinê Cotmeha 2013'an pêk hatibû. Rêxistina Cûndûllah piştî ku lîderê wan Abdulmelîk Rîcî sala 2010'an hate îdamkirin, qels bûbû. Cûndûllah ku ji civaka Belûcî ye, ji sala 2000'î û vir ve li herêmê çalakiyan dike.

Artêşa Îranê jî ji bo rizgarkirina leşkerên xwe daxwaza alîkariyê ji Pakîstanê kir. Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê ya Îranê li ser sînorê Pakîstanê ye.

Di daxuyaniya Artêşa Mihafizên Şoreşê de hate gotin, "Em li bendê ne ku Pakîstan li dijî van komên terorîstî yên ku hin welatên herêmê destekê didin wan têbikoşe û bike ku leşkerên Îranî yên hatine revandin tavilê bên berdan."

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê jî bersiv da vê daxwazê. Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Artêşên Îran û Pakîstanê di bin sîwana koma hevpar a xebatê de ku par hate avakirin, hewl didin tespît bikin bê leşkerên hatine revandin li ku derê ne."

Fermandarê Artêşa Mihafizên Şoreşê Tûggeneral Mihemed Pakpoûr got, Îran û Pakîstan dikarin li dijî komên qala wan tê kirin operasyoneke hevpar bikin.

Îran ji ber çalakiyên komên radîkal ên sûnî, Erebîstana Siûdî berpirsyar dibîne. Rêveberiya Riyadê jî van sûcdariyan red dike. 22'ê Îlonê li Ahvazê di merasîma leşkerî de êrîşek hatibû kirin û 29 kes miribûn. Rêveberiya Îranê piştî vê êrîşê jî Erebîstana Siûdî sûcdar kiribû. DAÎŞ'ê berpirsyariya vê êrîşê li xwe girtibû.