Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG-YJA/Star weşand a 23'ê Tîrmehê li Deriyê Pan ya Herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ku 7 leşker hatibûn kuştin.
Serokê Giştî yê FDP’ê Chrîstîan Lîndner li ser civaka Tirk a li Elmanya got, ‘’ti girîngiyê bi nirxê azadîxwaz nade’’ û helwesta xwe nîşan da.
Heyeta HDP’ê, li dijî îxlalên mafê mirovan ên li Girtîgeha Tarsûsê kete nava tevgerê. Heyeta ku li gel rêveberên girtîgehê civiyan got: “Li girtîgehê pêkanînên desthilatdariyê heye.”
Li herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de pêngava rizgarkirinê ya hêzên QSD’ê didome, hate ragihandin ku di encama bombebarana balafirên koalîsyonê de bi dehan çete hatin kuştin.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, piştî ku li ser Îranê pêkirinên giran ên aborî yên dest pê kirin daxuyanî da û hevkarên Îranê kire hedefa xwe de.