Star: Divê PDK dev ji siyaseta xwe ya şaş berde, were ser xeta yekîtiya netewî

Ji Fermandarên HPG’ê Serdar Star, di salvegera komkujiya Barzaniyan de axivî, komkujiya dijî Barzaniyan şermezar kir û li dijî her cure nokeriyê banga yekîtiya neteweyî kir.

Ji fermandarên HPG’ê Serdar Star têkildarî komkujiya 31’ê Tîrmeha 1983’an a ku ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve li dijî Barzaniyan hatî kirin ji ANF'ê re axivî û wiha got; “8 hezar mirovên Kurd ên ku endamê Barzaniyan in hatin  kuştin. Bi Enfalê ve ev komkujî gihiştin zêdeti bûn. Li Kurdistanê ji bo ku careke din komkujî pêk neyên divê yekîtiya siyasî çêbibe. Lê mixabin ev yekîtî hê jî di nava aliyên siyasî de pêk nehatiye.”

‘PDK HER TIM XWE NÊZÎ DIJMINAN DIKE’

Star di avanebûna yekîtiya neteweyî de bal kişand li ser rola PDK’ê û wiha domand: “Li şûna ku ji bo yekîtiya neteweyî bixebite, xwe hê bêhtir nêzî dewleta Tirk dike. Ev partî di wê dema komkujiyê de jî  li şûna ku bi avakirina yekîtiya neteweyî re mijûl bibe, xwe nêzî rejîma Sedam Huseyîn kiribû. Jixwe ev jî bibû sedema komkujiya Barzaniyan.”

‘DIVÊ PDK WERE SER XETA YEKÎTIYA NETEWÎ’

Star got, divê ji  dîrokê ders bê derxistin, nokerî her tim bûye sedema komkujiya Kurdan û bi domdarî wiha got; “Pêwîst e PDK dest ji vê siyaseta xwe ya li gel dewleta Tirk berde û were ser xetay yekîtiya netewî.”

‘TENÊ YEKÎTIYA NETEWÎ DIKARE PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BIGRE’

Ji Fermandarên HPG’ê Serdar Star di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wekî keç û xortên Apoyî, wate û girîngiya yekîtiya neteweyî dizanin, li her qadê jî ji bo duristkirina vê yekîtiyê wê bixebitin û got; “Ji bo şadkirina ruhê şehîdan, pêşîgirtina komkujiyan tekane rê pêşxistina yekîtiya neteweyî ye. Heta avakirina vê yekîtiyê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”