Heyeta HDP’ê: Binpêkirinê mafê mirovan heye, ev nayê înkarkirin!

Heyeta HDP’ê, li dijî îxlalên mafê mirovan ên li Girtîgeha Tarsûsê kete nava tevgerê. Heyeta ku li gel rêveberên girtîgehê civiyan got: “Li girtîgehê pêkanînên desthilatdariyê heye.”

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê binpêkirinên mafan ên li Kampusa Girtîgeha Tarsûsê tên jiyîn de, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmoglullarî û Kemal Pekoz, endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan, rêveberên ÎHD’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê, rêvberên DBP’ê y ên Mêrsînê, rêveberên HDP’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê beşdarî şandeyê bûn. Şandeyê piştî hevdîtina bi rêveberiyên girtîgehê re, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan axivî û got: "Rêveberiya girtîgehê îdîayan qebûl nake.”

‘BAL KIŞAND SER REWŞA TURAN’

Kûrtûlan, bal kişand ser rewşa Zeynep Turan a 29 roj in li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê di greva birçûbûnê deye û wiha bilêv kir: “Turan di hucreya yek kesî de tê girtin û ji bo nebirin qawîşê 29 roj in di greva birçîbûnê deye. Rayêdarên girtîgehê jê re gotin; ‘Ger tu endamtiya rêxistinê qebûl bikî, em ê te bişînin qawîşê.’ Piştî hevdîtina cuda nû Turan birine qawîşê. Di heman demê rewaş Sîse Bîngol a 78 salî heye. Ji sala 2017’an ve girtiye. Ligel ku nexweşe jî nayê berdan. Rayedarên girtîgehê îdîayan qebûl nekin jî, emê cardin çopdarê hemû pirsgirêkên girtîgehan bin.”

‘BINPÊKIRINAN ÎNKA DIKIN’

Kûrtûlan, da zanîn ku wê şandeyek parêzer yek bi yek bi girtiyan re ji nû ve hevdîtin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî rapora beyanên girtiyan hat amadekirin, em ê lez bidin xebatên xwe. Desthilatdarî dibe sedema binpêkirinên di girtîgehan de. Li ber çavên me binpêkirinên mafan înkar kirin. Em ê van binpêkirinan li her derê teşhîr bikin. Ji bo ku berpirsên van binpêkirinan derkevin pêşberî darazê, tişta ji destê me were em ê bikin.”