Gerîla TV dîmenê çalakiya Govendê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG-YJA/Star weşand a 23'ê Tîrmehê li Deriyê Pan ya Herêma Govendê ya navçeya Şemzînanê ku 7 leşker hatibûn kuştin.

Vaye kêliyên çalakiyê;

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirîbû;

"23’ê Tîrmehê di seat 18:45’an de hêzên me li dijî leşkerên li herêma Deriyê Pan yê herêma Govendê bi cih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiyê de konteynira dijmin bû hedef. Bi awayekî serketî li konteynira dijmin hate xistin û konteynir hate rûxandin û 7 leşkerên di navê de hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên kobra herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê vekişand. Piştî bombebaranê agir bi herêmê ket."