Lîndner: Civaka Tirk ti giringiyê bi nirxên azadîxwaz nade

Serokê Giştî yê FDP’ê Chrîstîan Lîndner li ser civaka Tirk a li Elmanya got, ‘’ti girîngiyê bi nirxê azadîxwaz nade’’ û helwesta xwe nîşan da.

Li gorî nûçeya DW’yê ya saziya medyaya Elman, Serokê Giştî yê Partiya Demokratên Azad a Elman (FDP) Chrîstîan Lîdner derbarê nîqaşa ‘Me Two’ yê ya medyaya sosyal  axivî, ku  ku nîjatperestiya li nav jiyanê mirov lê rast tê dike mijar.

Lîndner a ku ji Koma Medyayê ya Funke re axivî, li ser nêzîkatiya yên ku ji Tirkiyê hatine û li ser nêzîkatiyên civaka Tirk axivî.

Lîndner got, ‘’Bi taybetî yên ku ji Tirkiyê hatin, ji mêj ve ye li bara yên biyan cihêkariyek tê kirin. Ên ku asta wan a perwerdehiyê zêdetir e di piyaseya kar e dibine xwedî dezavantaj.’’

Lîndner got ev hêleke dî ya mijarê ye û got, ‘’Di nav civaka Tirk de têra xwe girîngiyê nadin nirxên azadiyê û hewldanên entegrebûnê têne binpêkirin.’’

Lîndner li platforma nîqaşê ya bi hashtaga ‘Me Two’ ya Twîttterê hêlen ku divê girîngî bi wan were dayin wiha rêz kir: ‘’Em civaka ku koçberan distînin her demê, berovajî ya ku em îdîaya wê dikin, divê em qebûl bikin em ne zelal, xweşbîn û liberal in. Lê her wiha bi xwedîderketina nirxên azadiyê yê Elmanya em bi kêmanî bi qasî Erdogan xurt in, em jî ji bo nirxên xwe têdikoşin, nirxên me cuda ne, ji bo kesên ku dibêjin, nirxên me cuda ne û nirxên me dikolin, divê em bikaribin ji wan re bibêjin, heqê we tine ku hûn bibêjin, ‘ka hûn xweşbîn bûn’’.