Trûmp vê carê gef li hevkarên Îranê xwar

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, piştî ku li ser Îranê pêkirinên giran ên aborî yên dest pê kirin daxuyanî da  û hevkarên Îranê kire hedefa xwe de.

Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, kesên ku bi Îranê re kar dikin wê nikarin bi DYA’yê re kar bikin.

Serokê DYA’yê got, ‘’Ev pêkirinên herî giran in ku heta niha dane kirin û Mijdarê wê girantir bibin ev pêkirin. Ên ku bî Îranê re kar dikin wê NIKARIBIN bi DYA’yê re kar bikin. Ji AŞTIYA CÎHANÊ wêdetir tiştekî dî naxwazim.’’

Piştî ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp Gulanê biryara vekişînê ji peymana nukleerê da, beşê pêşî yê pêkirinan îro dest pê kiribû.

Beşa pêşî ya pêkirinan ku îro dest pê kirî, xebatên bazirganî, îthalata madeya xam, sektora otomaobîlê û rêwîtiya hewaya baziganî di nav xwe de vedihewîne.

Mijdarê wê beşê duyan ê pêkirinan dest pê bike. Vê carê jî wê sektora petrol û gazê û Benqeya Navendî bibe hedef.

Tê payin ku ev pêkirin derbeke giran li aboriya Îranê bixin, ku jixwe bi krîzeke giran bû. Pereyên Îranê li bara dolaran têk çûye, bêkarî pir zêde bûye û enflasyon têra xwe zêde bûye. Riyal van 6 mehên dawî li bara dolarê ji 3 paran 2 ji nirx ketiye.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî beriya ku pêkirin dest pê bikin bi çend saetan axivî û got DYA li dijî Îranê şerê psikolojik dike û cihêtiyên nav Îranê provake dike.

Trûmp jî gotibû, ‘’Vebijêrkek li ber rejîma Îranê heye. An wê nêzîkatiya xwe ya gefxur û tevlîheviyê dike biguehrîne û vegere hembêza aboriya global an jî wê tecrîda aborî li ser bidome.