Li Îranê di nava 4 mehan de 30 kolber hatin kuştin
Pasdarên Îranê di nava 4 mehên dawî de 30 kolber kuştin.
Pasdarên Îranê di nava 4 mehên dawî de 30 kolber kuştin.
Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan didomin. Pasdarên Îranê di nava 4 mehan de 30 kolber kuştin.
Li gorî Kolbernewsê di nava 4 mehên dawî de 30 kolber ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hatin kuştin û 55 kolber jî birîndar bûn. Ji van kolberan sedî 80 ji aliyê guleyên pasdarên Îranê ve hatin kuştin û yên mayî jî, ji bo nebin hedefa guleyan dema direviyan ji zinaran de ketin û mirin.
DI 15 ROJAN DE 5 KOLBER HATIN KUŞTIN
Li aliyê din di nava 15 roj ên dawî de li sînorê Mako, Selmas,Serdeşt, Pîranşar, Çaldiran û Ûrmiyeyê ji aliyê pasdarên Îranê ve 5 kolber hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. Pasdaran dest danîn ser zêdetirî hezar hespan û bi hovane ew kuştin.