Nûçegihanê Ozgur Gelecek hate dersinor kirin
Nûçegihanê Ozgur Gelecek hate dersinor kirin
Nûçegihanê Ozgur Gelecek hate dersinor kirin
Nûçegihanê Rojnameya Heftane ya Ozgur Gelecek Sven Kaêuler li Balefirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin û dersinor kirin.
Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gelecek ya heftane weşanê dike Sven Kaêuler, ji bo serdana malbata xwe ya li Almanyayê li Balefirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin. Polîsan Kaêuler xistin balefirgehê û jêre gotin “qedexeya bêsinor ya welat” li ser te heye.
Kaêuler heya demjimêra çûna balefire di bin çavdêriya polîsan de hate girtin. Wezareta Navxweyî doz li Kaêuler vekiribû û ji ber wê qedexeya bê sinor ya welat danîne ser. Kaêuler dema ku li Gulsûyû nûçe dişopand, ji aliyê çeteyan ve hatibû birîndar kirin.