Nûçegihanê DÎHA'yê Îmrak hat girtin
Nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê li Antalyayê hat binçavkirin, hat girtin.
Nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îmrak ê li Antalyayê hat binçavkirin, hat girtin.
Li Antalyayê di operasyonên hemwext ên 11'ê Sibatê de, tevî nûçegihanê DÎHA'yê Feyyaz Îrmak 11 jê zarok 28 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadegirtina li midûriyeta polîsan, 28 kes şandin Dadgeha Antalyayê. Li dozgeriyê 11 kes jê serbest hatin berdan. Nûçegihanê DÎHA Îrmak jî di nav de 8 jê zarok 17 kes bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina Îmrak û welatiyên din da û şandin girtîgehê.