Nûçegîhanê Dîe Welt Yucel hate girtin
Nûçegîhanê Rojnameya Dîe Welt a Tirkiyeyê Denîz Yucel hate girin.
Nûçegîhanê Rojnameya Dîe Welt a Tirkiyeyê Denîz Yucel hate girin.
Di 14’ê Sibatê de Nûçegîhanê Rojnameya Dîe Welt a Tirkiyeyê Denîz Yucel hate binçavkirin, îro ji hêlaTîmên Mûdûriyeta Şaxa Sûc a Stenbolê ve anîn Saraya Edaletê ya Stenbolê ya Çaglayanê.
Yucel, îfade da Serdozgeriya Stenbolê. Piştê lêpirsînê Denîz Yucel, bi sûcê “Propagandaya rêxistinê” û “Di nava gel de kîn û dijminatî” avakirinê, bi xwesteka girtinê sewqe dadgeha nobedar hate kirin.
Hat diyarkirin ku dozger di derbarê nûçeyên sala 2015’an de ên têkildarî Cemîl Bayik, Cizîr, Gever û li ser polîtîkayên Tirkiye ên Başûrê Kurdîstan û Musulê pirs li Denîz Yucel pirsiye.