Nûçegîhana DÎHA'yê serbest hat berdan
Nûçegîhana DÎHA'yê serbest hat berdan
Nûçegîhana DÎHA'yê serbest hat berdan
Nûçegihana DÎHA'yê Mutha Çetîn doh dema xwest nûçeya jina bişopîne ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin Çetîn, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan.
Nûçegihana DÎHA'yê Mutha Çetîn dema dixwest nûçeya jina li kolana Elmadagê ya Şîşliyê bişopîne, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Çetîn birin Midûriyeta Polîsan a Harbiyeyê. Çetîn piştre birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û piştî kontrola tenduristiyê dîsa birin Midûriyeta Polîsan a Harbiyê. Hat zanîn ku polîsê trafîkê bi hinceta Çetîn ew darp kiriye gilî kiriye û ji ber vê yekê Çetin hatiye binçavkirin. Çetîn jî diyar kir ku dema nûçe dişopand, polîsê trafîkê ew asteng kir û li wê da. Çetîn piştî îfade da dozgeriyê saet di 12.30'an de serbest hat berdan.