Nûçegihan Kizilkaya û Sancili hatin berdan
Nûçegihan Înan Kizilkaya û Kemal Sancili ku di doza rojnameya Ozgur Gundemê de bi rengekî girtî dihatin darizandin, hatin berdan.
Nûçegihan Înan Kizilkaya û Kemal Sancili ku di doza rojnameya Ozgur Gundemê de bi rengekî girtî dihatin darizandin, hatin berdan.
Danişîna pencemîn a rojnameya Ozgur Gundemê ku bi BHQ’ya 29’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin li Dadgeha Cezayê Giran ê 23. hate dîtin. Midûrê Karê Nivîsan a rojnameyê Înan Kizilkaya ku ev 441 roj bûn girtî bû û xwediyê îmtîyazê yê rojnameyê Kemal Sancili ku ev 301 roj bûn girtîbûn li danişînê hazir bûn. Necmiye Alpay ku bê girtî dihate darizandin û Eren Keskîn jî amade bûn.
Li danişînê gelek parêzer, rayedarên Sefaretxaneya Elman, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hîlmî Yarayici, Serokê TGS’ê Gokhan Durmuş, Serokê DÎSK-Basin Îşê Faruk Eren û gelek nûçegihan, welatî hazir bûn. Ji ber ku hêwana danişînê biçûk bû gelek kes nikarîbûn têkevin danişînê.
Piştî parastinên ku hatin kirin meqamê îdîayê biryarên berê sedem nîşan da û xwest ku Sancili û Kizilaya girtî bimînin.
Şandeya dadgehê ji bo ku biryara dawî bibe navberek dayê, piştî navberê bi şertê qedexeya derketina derve biryar da ku Kizilkaya û Sancili werin berdan.