HRW Tirkiye bi dagirkeriyê pênase kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da ku li Serêkaniyê bi dehan kes bi rengekî 'îllegal' revandiye û Tirkiye weke 'hêza dagirker' pênase kir.

Ji rayedarên herêmê yê HRW'ê Mîchael Page bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Sûriyeyî ji bo bi rengekî kêfî bên darizandin, bi rêbazên neqanûnî ber bi Tirkiyeyê ve hatin birin, her wiha bi rengekî zalimane ji aliyê dadgehan ve li Tirkiyeyê bi cezayên giran hatin cezakirin; tevî ku derfetê berdana bi şert heye jî cezayê heta bi hetayê li wan hate birîn."

Li gorî HRW'ê, dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Serêkaniyê 63 Kurd û Ereb Cotmeh û Kanûna 2019'an revandin. Dewleta Tirk meha Cotmehê dest bi êrişên nû yên dagirkeriyê kiribû.

HRW'ê, îdîayên "hewldana ji bo xerakirina yekîtî û yekparebûna welêt" û "endametiya rêxistina terorîst" a van kesan pê sûcdar dike, sûcdariyên "bi guman" û "xumamî" ye.

Rêxistina Mafên Mirovan HRW'ê diyar kir ku girtiyên di destê dewleta Tirk de ne, ti delîl têkildarî wan nîne ku nîşan bide "sûc kirine yan jî endamê komên şervan ên Kurd e."

Mîchael Page diyar kir, dewleta Tirk ku hêza dagirker e, divê dawî li girtina bi kêfî bîne û veguhastina van mirovan ber bi xaka xwe ve qedexe bike, bi vî rengî hurmetê nîşanî hiqûqa van mirovan bide.

HRW'ê ragihand ku wan piştrast kirine 63 kes ber bi Tirkiyeyê ve hatine birin, lê belê li gorî hin nîşaneyan ev hejmar dibe ku nêzî 200 kes be.

Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet jî meha Îlonê hişyarî da bû ku li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên tundiyê û sûc zêde bûne.

HOVÎTIYA BI RÊK Û PÊK

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên revandin, êşkence, girtina bi rengekî kêfî, destavêtin, destdirêjî, talan bi rêk û pêk dibin. Bi taybetî li Efrînê ku di Adara 2018'an de hatiye dagirkirin ev sûc êdî rojane tên kirin. Li gorî Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Mirovan a Jinên Sûriyeyê, tenê li Efrînê 66 jin hatin kuştin, herî kêm 149 hatin revandin û êşkence û destavêtin li 178 jinan hatin kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku di navbera Adara 2018'an û 31'ê Kanûna 2020'î li Efrînê herî kêm 674 sivîl hatin kuştin, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin. Her wiha 314 hezar û 400 darên zeytûnê hatin birîn û weke êzingan hatin firotin. 11 hezar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin, 75 cihên dîrokî hatin talankirin.