NPG: Em amadene jinûve bikevin pozîsyona şer
NPG: Em amadene jinûve bikevin pozîsyona şer
NPG: Em amadene jinûve bikevin pozîsyona şer
Endama Navenda Parastina Gel (NPG) Delal Amed der barê helwesta hikûmeta AKP’ê ya pêngava duyemîn a pêvajoya çareseriyê de hişyariyên tund kir û got: “Hikûmeta AKP’ê di rojên pêş de pêngavê navêje û pêvajoyê bîne asta qedandinê, em wek HPG’ê amadene ku ji nûve bikevin nava pozîsyona şer û bi bandoreke mezin bikevin dewrê."
Amed da zanîn ku zanîn ku ji bo aşatî û çareseriya demokratîk hemû derfetên bilindkirin şer dane alîkî û ji bo aştiyê fedekarî kirine û rîsk girtine. Amed wiha got: “Em aşkera dibêjin; Em samîmî tevdigerin. Çareseriya rast hedef digirin. Lê ger bi samîmî nêzî nebin, çareseriya demokratîk cidî negirin dest û bixwazin serokatiya me bixînin valahiyê, dê teqez li hemberî dîrok bên mahkumkirin û bersiva ku heqe dikin dê bigirin.
Endama Navenda Parastina Gel (NPG) Delal Amed, endamên konseya leşkerî ya HPG’ê Bawer Dersîm û Gulistan Gulhat der barê vekişîna gerîla û pêvajoya çareseriya demokratîk de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Delal Amed ku bi 80 gerîlayên ji Dêrsîmê hatin Qadên Parastina Medya derket pêşberî kamerayan, bersiv da îdiayên serokwezîrê tirk Erdogan yên der barê vekişîna gerîlayan û hişyariyên tund kir.
DI PÊVAJOYA YEKEMÎN DE ME HEWLDANEKE MEZIN DA
Delal Amed destnîşan kir ku bi hedefa demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêbazên aştiya demokratîk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de pêvajoyeke dîrokî ya nû da destpêkirin û got: “Tevgera Azadiya Kurd bi hemû hêza xwe, xwe tevli pêvajoya Ocalan daye destpêkirin kir. Ji bo banga ocalan bîne cih biryarên girîng girt û xistin jiyanê.
Ocalan beriya banga ku di Newrozê de kir de di 13’ê Adara 2013’an de peywirdarên dewleta tirk yên di destê HPG’ê de bûn berdan û li ser banga Ocalan di 23’ê Adarê de agirbset hat îlan kirin. Amed da zanîn ku di 25’ê Nîsanê de Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku dê vekişîna gerîlayan di 8’ê Gulanê de dest pê bike, HPG’ê jî di 7’ê Gulanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel şert û mercên demsalî gerîla dê dest bi vekişînê bike û bi armanca ku pêvajoya bi serkeftî encam bibe, çi bikeve ser milê HPG’ê dê pêk bîne, berpirsyariya xwe dê bê kêmasî bîne cih. Delal Amed da zanîn ku di çarçoveya Meşa çareseriya Demokratîk de koma yekemîn ya gerîlyan ku ji Bakûrê Kurdistanê derket di 14’ê Gulanê de gihişt Qadên Parastina Medya.
Amed di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “
“Di vê pêvajoya ku ji aliyê rayagiştî ya tirk ve ji nêz ve hat şopandin de, me wek HPG’ê li ser banga Serokatiya xwe û tevgera xwe peywira xwe bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin anî cih. Di pêngava yekemîn ya pêvajoya ku Serokatiya me bi sê astî plankiribû de, me wek HPG’ê ji bo ku agirbest û hawira bêpevçûn û pêvajo bê parastin bi hewldan û daxwazeke mezin biryara vekişînê da û vekişîn da destpêkirin.
HIKÛMETA AKP’Ê TU PÊNGAVÊN ŞENBER NAVÊT
Li jî îdia û îradeya serokatî û tevgera me ya ku pêvajoyê pêşve bibin û bigihînin serkeftinê, hikûmeta AKP’ê ji bilî rawestandina operasyonên berfireh, tu pêngaveke şênber navêtiye. Bi vekişîna hêzên gerîlayên me re, li hemû qerekolên leşkerî û baragehên bakûrê Kurdistanê leşker û cephane hatine takviyekirin û hêzên ji ber şer westiyane hatine guhertin, hemû yekiniyên xwe yên ji ber şer têk çûne nû kirine, înşatên qerekolên nû dane destpêkirin, xebatên bihêzkirina qerekolên heyî bi lez û bez meşandine, giranî dan ser çêkirina bendav û çêkirina riyên leşkerî. Her wiha pozîasyona agirbestê ya gerîlayên me bo xwe derfet dîne û ligel van faliyetan kadroyên nû yên cerdevaniyê vekirine, di çarçoveya amadekariyên şer de li hemû qadên gerîlayan yên Bakûr û Başûr faliyetên keşfê yên wesayîtên hewayî yên bê mirov meşandine.
HIKÛMETA BERPISYARIYA XWE YA PÊNGAVA DUYEMÎN NABÎNE
Tevgera me û di taybetiyê de HPG’ê di pêngava yekemîn de berpirsyariya ku ket ser milê wan bê kêmasî û bi awayekî serkefetî anî cih. Piştî pêngava yekemîn ya ku bi serkeftî encam bû, bi meha hezîranê re pêngava yekemîn destpê kir. Hikûmet û saziyên siyasetê berpirsyariya pêngava duyemîn dizanin. Lê wek tê zanîn û ji nêzve tê şopandin, hikûmeta AKP’ê tu pêngaveke şênber neavêtiye û dîsa ji bo derbasî pêngava duyemîn nebe, xwe dide zorê. Pirsgirêkên tenduristî, ewlehî û azadiyê yê mîmarê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo nexistiye rojeva xwe, tecrîda li ser jî nehatiye rakirin. Qanûnên ku tê wateya dijminahiya kurdan, di meriyetê de mane û pêngaveke ku mirov bêje erêniye nehatiye avêtin. Hikûmetê berpirsyariya pêngava duyemîn tune hesibandiye û li hincetan digere. Vê helwest û polîtîkaya xwe hewl dide bixe ser tevgera me. Hikûmeta AKP’ê îdia dike ku ji sedî 20 vekişiyane û hikûmetê ev profîla hêzên me jî wiha îdia dike ‘jin, kal-pîr û bê tecrube’.
VEKIŞÎN JI GELEK ALIYAN VE HAT KIRIN
Ji banga Rêberê me û vir ve, tê zanîn ku em li pêşberî tevahiya raya giştî, civaka Tirkiyê û gelê Kurd karekî vekirî dimeşînin. Mîna di mijara bicihanîna agirbestê û serbestberdana êsîran, me bi awayekî zelal îlan kirin ku di mijara vekişînê de em ji her şêweyên çavdêrî û kontrolê re vekirîne û me ev karê xwe yê bi cidiyeteke mezin meşandin li pêşberî çapemenî û raya giştî pêk anîne. Bi vê armancê, dîmenên gelek komên me yên gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kişandin û li raya giştî hatin belavkirin. Lê belê ji ber kêmderfetiyan, vekişîna hemû hêzên me di çapemeniyê de cih negirtin. Hêzên me ji gelek bask û aliyan ve ber bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ve vekişiyan. Lewma derfet nîne ku dîmenê hemûyan bê kişandin.
HÊZÊN VEKIŞIYAN DI NAVENDA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE BÛN
Hêzên me yên li Bakur, mîna tê zanîn hêzeke şer e. Hêzeke dînamîke ku li cografyayên herî dijwar de têdikoşin. Baş tê zanîn ku di nava van hêzên me de ne kal, ne pîr, ne nexweş û ne jî zarok hebûne. Tevahiya hêzên me yên vekişiyane, gerîlayên me yên çalak ên di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de cih girtine, ku têkoşîna wan di sala 2012'an de sîstema mêtînger tevizandibû. Mîna ku ji rewşa komên di çapemeniyê de cih girtin tê fêm kirin ku gotinên der heqê profîla hêzên me de tên gotin, ne rast in. Lewma, bi awayekî zanebûn rastî tên berevajîkirin û ev yek rê li ber fikaran vedike. Tê dîtin ku hewl tê dayîn vê firsenda dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyê ji dest were revandin. Beriya her tiştî li holê, samimiyeteke mezin, biryardariyeke mezin û kedeke mezin heye. Helwesta hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr, înkarkirin, biçûkxistin û tinekirina vê ked û biryardariyê ye.
NÊZÎKATIYA AKP'Ê YA LI MIROVÊN AQILMEND, NIYETA WÊ DIYAR KIR
Rêber Apo di destpêka pêvajoyê de diyar kiribû ku divê Koma Mirovên Aqilmend çavdêriyê bike û bişopîne ka herdu alî berpirsyariyên xwe bicih tîne yan na. Hikûmeta AKP'ê Koma Mirovên Aqilmend ava kir, lê belê di şûna ku ev kom pêvajoyê bişopîne û çavdêriyê bike ka herdu alî berpirsyariyên xwe bicih tînin an na, wezîfeya agahdarkirina civakê dayê. Eger bi rastî jî hikûmeta AKP'ê xwedî niyeteke samimî û cidîbûya, ne wezîfeya propaganda, wê erka şopandin, çavdêrî û kontrolkirina pêvajoyê bida Koma Mirovên Aqilmend. Û eger roleke bi vî rengî ji Koma Aqilmendan bihata dayîn, niha raya giştî ne ji devê me û Erdogan wê ji devê vê komê rêveçûna pêvajoyê bişopanda. Nedayîna vê rolê nîşan dide ku niyeta AKP'ê ya gavavêtinê nîne. Ji ber ku eger ne weha bûya, heta niha wê hin gav bihata avêtin.
EM BI AWAYEKÎ STRATEJÎK NÊZÎ PÊVAJOYÊ BÛN
Rêber û tevgera me bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê bûn. Mîna ku Rêber Apo di Deklarasyona Newrozê de diyar kir; ev yek destnîşankirina stratejiyekê ye. Em bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê bû. Ji ber vê yekê, tevî ku di sala 2013'an de derfetên me yên xurtkirin û mezinkirina Pêngava Gerîla ya sala 2012'an hebû, me stratejiya nû ya Rêber Apo hilbijartin. Di oxira pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk de, me derfetên mezin ên şer danîn aliyekî û ji bo pêvajoya çareseriyê fedekarî kirin û rîsk girtin ser milê xwe. Lê belê niha Serokwezîrê Tirk hemû hewldanên me ji nedîtî ve tê. Ev yek nîşan dide ku Erdogan ne xwedî niyeteke baş e.
EM AMADE NE BI AWAYEKÎ BI BANDOR TÊKEVIN DEWRÊ
Ji aliyê Rêber û tevgera me ve pêvajo neqediyaye, hînê dewam dike. Lê belê eger hikûmeta AKP'ê di rojên pêş de gavan neavêje û pêvajoyê bîne nuqteya qedandinê, weke HPG em amade ne têkevin pozîsyona şer û em amade ne ku bi awayekî bi bandor têkevin dewrê.
TI HÊZ NIKARÎBÛ HEVALÊN ME JI ÇIYAYÊ DÊRSIMÊ VEQETÎNE
Ev hevalên ku niha li pişt me radiwestin nîşan didin ku gotinên Serokwezîrê Tirk ne rast in. Ev hemû heva, di warê leşkerî, mejî û fîzîkî e xwedî performans û kondîsyoneke xurt in, xwedî wê biryardariyê ne ku bi salan li çiyayên Dêrsimê şer bikin, şervan, milîtan û fermandarên biryardar ên tevgera me ne. Ev hemû heval piştÎ meşa 2 mehan ji Dêrsimê xwe gihandin vê derê. Eger ferman û biryara Rêber Apo nebûya, ti hêzê nekarîbû van hevalên me yên ciwan ji çiyayên Dêrsimê derxîne. Eger îro 80 heval ji Dêrsimê îro hatine vê derê, ev nîşaneya samimiyetê ye. Raya giştî û gelê me yê rêzdar, vê rastiyê dizanin.
YÊ BI SAMÎMÎ NÊZÎ ÇARESERIYÊ NEBE WÊ BERSIVA HEQ DIKE, BIBÎNE
Em bi awayekî vekirî dibêjin: Em ji dil tevdigerin. Em çareseriyeke rastî hedef dikin. Lê yên bi samîmî nêzî çareseriyê nebin, bi cidî nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd a dîrokî nebin û hewl bidin Rêberê me vala derxînin, wê teqez li pêşberî dîrokê mehkûm bibe û bersiva heq dike, bibîne. Di vê dema dîrokî de HPG wê hemû wezîfeyên xwe yên bicih bîne û di her şert û mercî de bi ser bikeve. Divê tevahiya raya giştî û gelê me ji vê piştrast be."