NPA: Vîna gel desteserkirine, tevlî protestoyan bibin

NPA’yê jî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn protesto kir û bang tevlîbûna li xwepêşandanên protestoyî ya ku wê 24’ê Tebaxê li Fransayê bê lidarxistin bibin, kir.

Antî Kapitalîstên Nû ya Fransa (NPA) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî dagirkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mrêdînê da û got: “Em bi her kesên li dijî vê rejîma ku nirxên bingehîn ên demokrasiyê li bin lingan dixe, di nava têkoşînê de ne re di nava piştevaniyê de ne.”

NPA banga tevlîbûnê li çalakiyên protestoyî ku wê 24’ê Tebaxê li paytxta Frnasa Parîs, Marsîlya, Bordeaûx, Strasboûrg, Rennes, Toûloûse û Grenobleyê bê lidarxistin bibin.