Noz: Çanda piştevaniyê qedexe dikin

Ji dildarê Tora Piştevaniyê ya Kadikoyê Rahîm Noz, têkildarî qedexeya Walîtiya Stenbolê ya li qadên vekirî belavkirina xwarinê anî ziman ku çanda piştevaniyê dikin hedef.

Ji Tora Piştevaniya Kadikoyê Rahîm Noz ê bang li rayedarên dewletê kir û destnîşan kir ku li şûna qedexekirina tasek xwarina germ, ji bo bêkes û bêmalan eywanên sporê derfet ji bo wan dabîn bikin.

Xebatkarên Tora Piştevaniyê ya Kadikoyê piştî meha Adarê ku şewb li herêmê peyda bû û şûnde ji bo xwe bigihîne 7 salî heta 70’ê salî di nava  xebatekê de ye, piştî biryara Walîtiyê ya 15’ê Çileyê ya li qadên vekirî belavkirina xwarinê qedexeye, li ber xeteriyê ye.

Ji dildarên Tora Piştevaniya Kadikoyê Rahîm Noz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku destpêkê ji bo kesên temenê wan jorî 65’an ku nikarin derkevin ji ber şewbê û pêdawîsiyên xwe bigirin alîkar bûn, piştre jî ji bêkesan bigire heta koçberan û ji zarokan heta kedkarên tenduristiyê wan hewl da ku xwe bigihîne beşekî fireh. Noz got: “Destpêkê dema şewbê ji bo kesên li kolanan birçî ne, komîsyonek ava kir; di saetên şevê de tasek xwarina germ me belav kir. Nêzî 6,7 komîsyonên cuda me ava kir. Armanca me ew e ku di nava civakê de hişmendiya hejar û xêrê di nava mirovan de piştevaniyê xurt bikin. Yek ji xebata me ya mezin ji bo xebatkarên tenduristiyê dabînkirina maske û parastinê bû. Ev xebat tenê li Stenbolê sînordar nema; ji bo 7 nexweşxaneyên dewletê yên li Tirkiyeyê maske û parêzvan şandin.”

HEJMARA DILDARAN JI 25’AN DERKET 3 HEZARÎ

Noz anî ziman ku di dema sînordariyên şewba vîrûsê de gelek zorî kişandin û li aliyê din ji bo kesên kaxizan kom dikin koliyên alîkariyê belav kirin. Noz wiha domand: “Me alîkarî li beşek karkerên koçber jî kir. Ev piştevanî û alîkarî di nava civakê de eleqeyek zêde nîşan da. Tenê li Kadikoyê di nava 10 mehan de hejmara dildarên me ji 25’an derket 3 hezarî. Ev xebat li bajarên din jî bû mînak. Li gelek deverên welat torên piştevaniyê zêdetirbûn.”

Noz diyar kir ku di vê zivistanê de ji bo bêkesan ên li kolanan dimînin pêwîstiyên wan ên takekeksî bi cih bînin di nava lêgerînê de bûn, bal kişand ser biryara Walîtiya Stenbolê ya ku li qadên vekirî belavkirina xwarinê qedexe ye û wiha pêde çû: “Piştî qedexe hate ragihandin û rojekê bi şûn ve, li kolanên Kadikoyê Samî Babacan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Li şûna qedexekirina xwarinekî germ bila eywanên sporê vekin û pêdawîstiyan dabîn bikin.”

PIŞTEVANÎ WÊ BIDOME

Herî dawî Noz daxuyakirin ku xwarin ji aliyê dildaran ve bi awayekî hîjen tê amadekirin û pakêtirin, piştre jî belav dikin. Noz bibîr xist ku wê vê pêkanîna kêfî nas nekin. Noz diyar kir ku piştî mirina Samî Babacan li ser tevnên dijîtal ji bo bêkesan eywanên sporê bê vekirin dest bi kampanyayekê kirine. Noz pirsa ‘Mirov dema li kolanan ji birça û serma dimirin li kû ne?’ kir û anî ziman ku ev bi vekirî qedexekirina çanda piştevaniyê ye. Noz got: “Yekan e armanca vê biryarê ew e ku mirovan ji hev dûr bixin, lê çi dibe bila bibe, wê bi domdarî di saetên şevê de xwarinek germ belav bike û piştevaniya xwe ya bi kesên mihtac re dewam bike.”