Norwec wê qetlîama li ser heywanan bi dawî bike

Hikumeta Norwecê diyar kir ku, wan biryar girtine çewligên heywanan bigirin ên ku ji bo kurkên xwe tên qetilkirin. Her sal nêzî milyonek heywan li van çewligan tên qetilkirin.

Serokwezîra hikumeta kêmnetewe û mûxafazakar Erna Solberg diyar kir ku wan li ser daxwaza partiya lîberal Venstre biryar girtine ku çewligên rovî û vîzonan heta sala 2025’an bigirin.

Li van çewligan salê 350 milyon û 500 milyon kron cîro çêdibe û nêzî milyonek heywan ji ber kurkên xwe tên qetilkirin. Yekîtiya Hilberînerên Kurkan (Norpels) li dijî vê biryarê derdikeve.

Saziya parastina heywanan NOAH’ê jî diyar kir ku vê biryara hikumetê cihê kêfxweşiyê ye.

Heta salên 1940’î li vê derê nêzî 20 hezar çewlig hebû û di warê hilberîna kurkan de di cîhanê de yekemîn bû. Di salên dawîn de para Norwecê di warê hilberîna kurkan ketiye û Çîn di vê qadê de bi pêş ve diçe. Li cîhanê her sal 7 milyon rovî û 70 milyon vîzon ji ber kurkên xwe tên qetilkirin.