Nordhausen: Kurd tampona herî bi hêz ya herêmê ye

Nordhausen: Kurd tampona herî bi hêz ya herêmê ye

Li dijî faşîzma DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê polîtîkaya dûru ya Tirkiyeyê balê dikişîne. Rojnameya Zeîtung a Berlîner, diyar kir ku Tirkiye ji modela civakî ya Rojava ku wê bandorê li ser Bakurê Kurdistanê bike ditirse û  her wiha Kurd tampona herî bi hêz a herêmê ne.

Berlîner Zeîtung di şîroveya bi ser navê ‘Tirsên Tirkiyeyê’ ku ji aliyê nûnerê Tirk Frank Nordhausen ve hatiye nivîsin , hat gotin ku Tirkiyeyê heta niha nexwestiye rasterast tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bibe. Nordhausen da zanîn ku Tirkiye bi guherînekê hatiye nuqteyeke ku dikare yekîneyên xwe yên bejayî li dijî DAIŞ’ê bişîne û got: “Sedema vê jî ev e ku pêşî li avabûna dewleteke Kurd a Sekuler bigire. 

Frank Nordhausen bal kişand ser hewldanên dewleta Tirki a dixwaze li sînorê Sûriyeyê yê 911 km’yî herêma tampon ava bike û got: “Bombeyên ku di demên dawî de ji Sûriyeyê tên avêtin, welatiyên Tirk dikuje. Serokkomarê Tirk Erdogan di carekê de hewl da ku bibe pêşengê tevgera bejayî ya navneteweyî.

JI ŞOREŞA ROJAVA DITIRSIN

Nordhausen destnîşan kir ku ev guherîna dewleta Tirk eleqeya wê bi Kurdan heye û got: “Ev guherîn eleqeya wê bi zextên koalîsyona Obama li Tirkiyeyê dike heye lê, beriya her tiştî bi pirsgirêka Kurd re eleqedare. Tirkiye bi fikara ku modela Rojava bandorê li Bakur bike û ‘pergala civake sekuler’ li Bakur jî bê vakirin.  Rojane leşker destûrê nadin ku Kurdên Bakur biçin û Başûr û li dijî DAIŞ’ê têbikoşin.

TAMPONA HERÎ BI HÊZ KURD IN

Nordhausen di dawiya axaftina xwe de li ser berxwedana bi heybet a YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê sekinî û got ku divê Ewropa û NATO Kurdan bigire dîqetê. Rojnamegerê Elman di nivîsa xwe de got: “Tu hêzek nikare wisa li dijî DAIŞ’ê têbikoşe. Kurd tampona herî bi hêz a herêmê ne.”