Nokerî û teslîmkarî nexweşiyeke ku derman jê re nîne

Xeteriya herî mezin a ji bo Kurdan qirker mêtinger nîne. Xeteriya herî mezin ew kes in ku êrîşên qirker mêtingeran normal û meşrû nîşan didin. Ew kes in ku li dijî qirkerî û mêtingeriyê daxwaza teslîmbûnê dikin.

Di dema berxwedana Efrînê de hin kes û hêzên siyasî bi dijminatiya xwe ya sondxwarî ya li dijî Apo û PKK'ê, li şûna ku li cem berxwedêran cih bigirin, hewl dan êrîşên dewleta Tirk meşrû bikin. Di organên weşanê yên PDK'ê de mîna trolên AKP'ê axivîn û gotin, 'çima li ber xwe didin, çima navenda bajêr naterikînin'. Li şûna ku sedemên êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê di êrîşkariya mêtinger qirker de bibînin, hewl dan berxwedêran sûcdar bikin. Li bendê bûn ku demek ji ya din zûtir berxwedan bê qedandin. Piştî ku berxwedana li Efrînê derbasî qonaxeke nû bû û biryar hate dayin ku bi rêbazeke nû bê dewamkirin, vê carê jî ketin nava nêzîkatiyeke dûrî ji aqil û gotin 'çima dest ji Efrînê hate berdan'. Li gorî wan, Kurd divê serê xwe li ber qirker mêtingeran bitewînin. Divê çarenûsa xwe bixin nava lepên wan.

Efrîn ew ax bû ku gelê Kurd bi rêxistinbûn û berxwedana xwe azadî lê bi dest xist. Tevî ku ji çar aliyan ve dijmin dor lê girtibû jî, jiyana xwe ya azad û demokratîk parastin. Çeteyên DAÎŞ'ê, El Nûsra û yên din gelek caran êrîş kirin, lê hemû êrîşên wan hatin şikandin. Dewleta Tirk berê van çeteyan dida Efrînê. Dewleta Tirk ji ber ku nekarî bi maşikên xwe bi ser bikeve, vê carê weke hêzeke ji derve bi xwe kete nava hewldanan û dest bi êrîşa dagirkirinê kir. Li dijî vê yekê bêguman wê Efrîniyan ji bo parastina sîstema xwe ya demokratîk û axa xwe li ber xwe bidan. Civakên xwedî jiyaneke azad û demokratîk li dijî êrîşan her tim li ber xwe didin. Efrîniyan jî ev kirin, du mehan bi lehengî li ber xwe dan. Lê belê piştî ku bi sed hezaran kes li navenda bajêr li hev civiyan û dewleta Tirk dest bi êrîşa hilweşandina temamiya bajêr kir, berxwedêran li şûna şerê çeperan, berxwedaneke bi rêbazeke cuda danîn ber xwe. Ev yek jî divê were fêhmkirin. Bi nêzîkatiyeke yekser, bi rê û rêbazeke bi tenê şer nikare bê kirin. Bi taybetî şerê gel timî bi rê û rêbazên cuda hatine kirin. Ya ku li Efrînê dibe jî ev e.

Li ruhê hin hêz û şexsiyetên Kurdan teslîmiyet neqişî ye. Li gorî wan bi berxwedanê tiştek bi dest nakeve. Teqez divê nokerê hinekan bin. Ji ber vê yekê gava pêngava 15'ê Tebaxê sala 1984'an dest pê kir, ew li dijî wê berxwedanê bûn. Lewma axaftina bi dijberiya li Efrînê ji bo van kes û hêzan tiştekî nû nîne. Bêyî ku li ber xwe bikevin teslîmkarî û nokeriya xwe didomînin. Li gorî wan ji bo azadiyê divê berdêl neyê dayin, divê xwîn ji bêvila kesî neyê, ti mal û dîwar hilneweşe. Dijmin bikuje jî, hilweşîne jî divê li ber ranebe. Bi dijminatiya li PKK'ê re asayîkirina teslîmiyetê tiştekî wiha ye.

Xeteriya herî mezin a ji bo Kurdan qirker mêtinger nîne. Xeteriya herî mezin ew kes in ku êrîşên qirker mêtingeran normal û meşrû nîşan didin. Ew kes in ku li dijî qirkerî û mêtingeriyê daxwaza teslîmbûnê dikin. Ew kes in ku dixwazin ruhê berxwedanê yê gelê Kurd ji hundir ve birizînin. Ew kurmê darê ne. Eger ev hê li hin televîzyonên Kurdan dikarin biaxivin, ev yek nîşan dide ku li nava gelê Kurd hê kesên wiha teslîmkar hene. Mirovên welê fesad in ku ji bo teslîmkariya xwe binixumînin ji her kesî dixwazin ku mîna wan bin û li ber xwe nedin. Dema kes li ber xwe nede, rûyê wan ê teslîmkar û xayin nayê dîtin, gotin û kesayetiya wan jî meşrû dibe. Lewma ji bo rûyê wan ê rast eşkere nebe, li her derê dijminatiyê li berxwedanê dikin.

Mîna duh wê îro jî dijberiyê li Rêber Apo û PKK'ê bikin ku sembola berxwedanê ne. Li şûna ku berxwedana Efrînê weke berxwedana rûmetê ya Kurdan bibînin û şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî bi bîr bînin, wê mîna her carê berxwedanê reş bikin. Ji ber ku di zîhniyeta van de demokrasî û azadî nîne, nikarin ruhê demokrasî û azadiyê yê li Efrînê fêhm bikin û xwedî lê derkevin. Ew, beriya dagirkeriyê xwedî li xweserî û demokrasiya Efrînê dernekevin. Piştî ku êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin jî li ber dagirkeriyê ranebûn. Kesayetên bi xwedî ruhekî bi vî rengî yê nexweş û bi kompleks, rabûna li ber êrîşên qirkerî mêtingeriyê li aliyekî, ji wan nayê ku li cem berxwedêran cih bigirin.

Ev, li Şengalê jî nebûn alîgirê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a Êzidiyan. Dema ku PDK'ê berxwedêrên li wir kir hedef, wan jî şervanên azadiyê yên li Şengalê kirin hedef. Dema ku bi navê 'pêşmergeyên roj' êrîş li Şengalê hate kirin, li aliyê gelê Şengalê cih negirtin. Dema ku leşkerên Iraqê ketin nava Kerkûkê û PDK'ê careke din dest ji Şengalê berda, ew dîsa xwedî li Şengalê derneketin. Rewşa şervanên azadiyê yên li wir nîqaş kirin û bi vî rengî hesreta Êzidiyan a ji bo jiyaneke azad û demokratîk kirin mijara nîqaşê. Ji xwe ji ber vê yekê ye ku niha dewleta Tirk Şengalê dike hedef. Yên ku Şengal ewqasî kirine hedef ev in. Ji ber ku dewleta Tirk bi argumanên van, Şengalê dike hedef.

Dewleta Tirk dema dawî di têkiliyên bi hikumeta Iraqê re operasyoneke hevpar li dijî Şengalê xistiye rojevê. Bi vî rengî li nava raya giştî hate bihîstin. Serokê Meclîsa Iraqê Ciburi got, "Li dijî PKK'ê em ê bikevin nava liv û tevgerê." Ev yek nîşan dide ku li ser Şengalê li pey lîstikên nû ye. Ji ber vê yekê divê hemû Êzidiyên li Şengalê û Êzîdxanê; Êzidiyên li Ewropa, Ermenîstan û Rûsyayê di vê mijarê de hay ji xwe hebin. Divê jiyana demokratîk û xweser, xwerêveberiya Êzidiyan a li Şengalê biparêzin. Ji bo careke din ferman li wan ranebe, gelekî girîng e ku xwerêveberî û xweparastina xwe biparêzin.

Bêguman divê herî zêde Êzidiyên li Şengalê û tevahiya civaka Êzidî xwedî li xwerêveberiya li Şengalê derkevin. Divê ew xwedî lê derkevin ku hemû hêzên demokrasiyê yên li cîhanê jî karibin xwedî li vê xwerêveberiyê derkevin û pêşî li êrîşan bigirin. Hemû Êzidî divê xwerêveberiya xwe li dijî hikumeta Iraqê jî biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze Kurd li ti cihî bibe xwedî îrade, naxwaze civaka Êzidî jî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê Şengalê dikin hedef û dixwazin Iraqê jî bikin hevparê vê êrîşê. Xuya ye desthilatdariya Iraqê jî xwe dide ber vê yekê. Ji ber vê yekê civaka Êzidî û hemû hêzên siyasî divê tavilê bikevin nava hewldanan ji bo pêşî li van lîstikan bigirin.

ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA