Nobetên Edaletê yên li Amed û Wanê didomin
Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, bênavber didome.
Nobetên Edaletê yên ku xizmên girtiyan li Amed û Wanê dabûn destpêkirin, bênavber didome.
Malbatên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyane werin berdan, li Amed û Wanê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin.
Li Amedê Nobeta Edaletê di roja 59’an de didome. Ev çalakî li Baroya Amedê tê domandin û malbat dixwazin girtiyên nexweş bên berdan.
Li Wanê jî di roja 35’emîn a nobetê de rêxistina HDP’ê ya Serayê çûn serdana nobetê.