Nobeta malbatên Gebzeyê di roja 47'an de ye

Malbatên girtiyan ên li Gebzeyê di roja 47'an a nobetê de ne. Malbatan gotin heta ku tecrîd rabe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya nobetê ya bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê li ber Girtîgeha Gebze dest pê kiribûn, domandin. Malbatan diyar kirin ku ger di çarçoveya peyama Ocalan de çalakî bi dawî bibe jî, ew ê li her derê ligel zarokên xwe bin û dest ji têkoşînê bernedin.

 
Parêzerên, piştî 8 salan di encama berxwedana greva birçîbûn û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê di 2 û 22’yê Gulanê de, bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, hewl didin peyama Ocalan ji çalakgeran re ragihînin. 
 
Hemû kes piştî vê hevdîtinê mereq dikin ku wê helwestek çawan bê girtin. Ligel vê yekê jî malbatên girtiyan, çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîdê û piştgirî dayîna zarokên xwe dewam kirin.
 
Malbat û dayikên girtiyan ên ji bo bibin dengê zarokên xwe yên di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de, ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze “Çalakiya Nobetê” lidar dixin. Malbatan di roja 47’an de jî çalakiya xwe domandin. Malbatên girtiyan ji ber astengiyên polîsan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebze çalakiya xwe ya nobetê dewam kirin. Gelek welatî û parêzerên endamên Komeya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan malbatan. 
 
'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’
 
Dayika Newroz Bozkûrt a ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê de ye Sûltan Bozkûrt, di çalakiya nobetê de axivî û wiha got: “Bi her awayî em bi hêz û bi moral in. Li her derê çalakî berdewam dikin. Em li benda daxuyaniyên bên dayînin. Heta ku tecrîd bişikê em ê çalakiya xwe dewam bikin. Em heya dawiyê li pişt daxwazên xwe ne. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Ger greva birçîbûnê bi dawî bibe jî, emê li nexweşxaneyan û li her derê li gel zarokên xwe bin. Em dest ji têkoşînê bernedin.”
 
Piştî daxuyaniyê, malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dê çalakiya xwe heya saetên şevê dewam bikin.