Nobeta li dijî desteserkirinê didome: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 43’yemîn de berdewam kir. Di nobetê de peyama, "Em ê bi berxwedanê bi ser bkevin" hat dayîn.

Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 43’yemîn de berdewam kir.  Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hate vekirin. Di çalakiya ku gelek welatî beşdar bûn de stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin. Di çalakiya ku tilîlî û çepik lê kêm nebûn de beşdarvanan govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bila bimre faşîzm” û “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” hatin berzkirin.

Rêveberê DEM Partiyê yê Sancaktepeyê û di heman demê de yek ji mamosteyên Enstîtuya Kurdî Erkan Oztaş wiha got: “Faşîzm li ser Kurdan, sosyalîstan û şoreşgeran zêde dibe. Em qeyûm şermezar dikin. Divê em berxwedanê bidomînin.”

Zeynep Çitlak a li ser navê Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê axivî û wiha got: “Em ji feraseta ku vîna gel tine dihesîne re careke din ji bir dibêjin na. Em ê weke kedkaran her cim gotina xwe bibêjin. Em ji vir bang li desthilatê dikin, şaredariyê bidin yên ku bi ser ketî.”

Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Halîme Altintaş jî wiha got: “Feraseta qeyûm tê domandin. Polîtîkaya qeyûm bi taybetî li dijî tevlîbûna jinan a siyasetê hatiye kirin. Li gel vê yekê ya ji gelê Kurd re rewa tê dîtin ev e ‘hûn dikarin hilbijêrin lê hûn nikarin birêvebibin’. Dixwazin gelê Kurd bêvîn bihêlin. Dixwazin polîtîkayên mêtînger kûrtir bikin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Qeyûm dê biçe em dê serbikevin” bi dawî bû.