Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' di hefteya 78’emîn deye

Nobeta 'Ji Ocalan re Azadî' di hefteya 78’emîn deye

Nobeta ji aliyê Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ a  li beravahiya Konseya Ewrûpayê (AK) ket hefteya 78’an. Nobeta ku her hefte ji aliyê komekê ve tê dewir girtin, vê hefteyê 3 Kurdistaniyên ji bajarê Fransayê Creilê hatîn didomînin.

Nobeta li ber avahiya Konseya Ewropayê ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatî destpêkirin didome. Nobeta ku ketî roja 543’an,  her hefte komekî cuda yên ji bajarên Ewrûpayên tên nobetê didin domandin.

Koma ku li bajarê Fransayê Creilê hatîn  hefteya 78’emîn dewir girtî di derbarê pirsgirêka Kurd û Ocalan de agahiyan didin û îmzeyan kom dikin.

 Di derbarê mijarê de berdevkê komê de Hasip Dogan agahî dan ANF’ê û destnîşan dir ku wan çalakî roja dûşemê dewir girtiye û ji wê rojê ve gelek pirtûkên birografiyên Ocalan hatîn belav kirin û îmze hatîne komkirin. Dogan got ku di piranî ciwan wan li gel kesên Ewrûpayî sohbet kirîne û di derbarê mijarê de ew agahî kirîne û da diyar kirin ku gelek Kurdistaniyên li herêmê dijîn jî hatîne ziyareta wan.

Hasip Dogan anî ziman ku bi hatina werzê  zivîstanê re çûyîn û hatîn mirovan kêm bûye û got: “Piraniya kesên ku li wêderê re derbas dibin  yên wê semtêne, piraniya wan jî yan armanca me dizanin yan jî îmzeyên xwe avêtine. Lê dîsan em watedar dibînin û muralê me li cihdeye û emê çalekiya xwe bidomînin.”

Ji çalakgeran Kerîmê Heleqî jî Kampanya Azadiya Ocalan ya Strasbourgê wek gavekî erênî destnîşan kir û destnîşan kir ku ew ji bajarê Creilê beşdarî nobetê bûye û got: “Çalakiya ‘Ji Ocalan re Azadî’ çalakiyekî bi mafdare û bi rûmete. Ji ber vê yekê jî li piştî vê hefteyê jî wê çalakiya nobetê bê doman din. Raste eger welatparêz  li Ewrûpayê dijîn ji bi karin beşdarî nobetê Strasbourgê dibin û li herêmê ku lêne piştgiriyê didin kampanya îmzeyan.”

Çalagerên bi navê Bihaddînê ku ji bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamîşloyê beşdarî Nobetê bûyî di derbarê çalakiyê de wiha anî ziman: “Li Sûriyeye her roj qetliamek pêk tê. Ev yek encamên polîtîkayên Erûpa, DYA, Qatar û Suudiyêne. Eger berjewendiyên wan nebana wê şoreş hin bi aştiyane û temenê Baaşê wê kurt biya.

Li Rojava  Elewî,Sunnî, Êzîdî û Xristiyan, Kurd, Erap, Ermenî, Suryanû, Turkmen bê ku cûdahî hebe bi hev re jiyan dikin. Ev jî tevgerkirina bi felsefa Rêber Apo pêk hat û ji qetliamên mezin hatin parastin. Nehatin leyîstokeên nû. Rizgirkirina Rojava di heman demê de rizgar bûna Rojhilata Navîne. Di vê Rêber Apo jî azad bibe ji ber ji bo azadiya gelan gelek ked daye. Ji ber vê em beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî hen tê wateya azadiya Rojhilata Navîn jî.”

Çalakiya ku ji aliyê Înîsyatîfa Ji Ocalan re Azadî hati destpêkirin ji 25’ê Hezîranê sala 2012’an ve didome. Çalakiya Kurdan a li Ewrûpayê ya herî dirêje. Di çarçoveay kampanyayê de li Ewrûpayê, Başûrê Amerîkayê û Başurê Kurdistanê bi milyonan îmze kom kirîne. Li cihê ku çalakî tê domandin a li taxa Robertsa ya  Strasbourgê DMME, CPT ji tên dîtin.

Înîsyatîfa Ji Ocalan re Azadî da bû diyar kirin ku wê heya azadiya Ocalan çalakiya wan bidome.