Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 52’yan de ye

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, bi daxwaza cezakirina faîlan û berdana kurê xwe yê girtî dîsa li pêşiya Wezareta Dadê Nobeta Edaletê lidar xist.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 52’yan de berdewam kir.

Emîne Şenyaşar li ser kursiya biteker tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ji Meclîsê derbasî pêşiya Wezareta Dadê bû. Şenyaşar, dovîza bi nivîsa “Edalet” hilgirt û li pêşiya wezaretê rûnişt. Şenyaşar xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar were berdan.