Nobeta Edaletê di rojan 114’an de didome

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin di roja 114’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’ê ya Rezanê hate domandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Di tevahiya çalakiyê de beşdaran stran gotin.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 55’an de li avahiya DBP’ê ya bajar dom kir. Siyasetmedara kurd Leyla Zana, namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, TJA, rêxistinên DBP û DEM Partiyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya bajar hatin serdana çalakiyê.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê di avahiyê DBP’a Mêrdînê de, di roja 80’emîn berdewam dike. Di çalakiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan didomînin de perwerdeya zimanê zikmakî hate dayîn û stranên berxwedanên hatin strandin. Di nobetê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Ji Dayikên Aştiyê Atiye Yilmaz bi bîr xist ku ew 80 roj in Nobeta Edaletê didomînin û anî ziman ku ew aştî û azadiyê dixwazin. Yilmaz destnîşan kir ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin û ev tişt gotin: “Êdî zilma te bes e Erdogan.” Yilmaz da zanîn ku ew wek Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ji bo azadî û aştiyeke birûmet têdikoşin û wiha pê de çû: “Em ji bo riyekê vekin di Nobeta Edaletê de ne. Em ê heya encamekê digirin dê nobeta xwe bidomînin.”

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û TJA’yê li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 48’an de dom kir. Nobet li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bayrakliyê hat domandin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Girtiyên nexweş berdin” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Perîhan Kortak di nobetê de axivî û got ku ew di meha remezanê de bangî Wezareta Dadê dikin. Kortak, xwest ku girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin bên berdan. Kortak, rewşa agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Ev bû 3 sal Rêbertiya me nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bila îktîdar vê baş bizane; çi bike jî nikare Rêbertiya gelê kurd û girtiyan bi tenê bihêle. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rakirina tecrîdê pêkan e û divê rêyên çareseriyê bên peydakirin. Em tecrîdê qebûl nakin û dixwazin pirsgirêka Kurd were çareserkirin.”

MÊRSÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî di roja 115’an de bi tevlibûna gelek kesan li avahiya komeleyê hate domandin. Ji Dayikên Aştiyê Nafiye Şivan di çalakiyê de axivî û got ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Nobet, bi stranên dayikan, dirûşm û tililiyan bi dawî bû.