Nobeta azadiyê dewrî ciwanan hate kirin

Nobeta azadiyê dewrî ciwanan hate kirin

Li aliyekê xebat û çalakiyên Ewropayiyan ji bo cejna Noelê didome, li aliyeke din çalakiya nobetê ya bêdem ya ku ji aliyê Kurdistaniyan ve li ber Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin berdewam dike.

Komek ciwan ên ji bajarê Stuttgartê hatin nobeta ku ji 25’ê hezîran ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa ya li bajarê Franse Strasbourgê hatibû destpêkirin dewr girtin. Li ser navê komê Rojbîn Amed axaftinek kir û got: “Sedema ku îro em li vir in tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, divê tecrîd rabe û em ji bo azadiya Rêbertiya xwe li vir in.”

Amed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP bi vê polîtîkayê dixwaze gleê Kurd dest ji rastî û nasnameya xwe berde û got: “Lê me jin, ciwan, mêr, pîr û kal bi hev re berxweaneke bi rûmet nîşan dan.”

Amed got: “Em weke ciwanên Kurd hêza dînamîk a vê têkoşînê ne. Li hemberî hêza me tu polîtîka û berjewendiyên qirêj nikare xwe bigirin.”