Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Hannoverê ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasbourgê tê girtin, di hefteya 304'an de ye. Nobedarên vê hefteyê 4 kesên ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ne.

Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, dewam dike. Komeke ji bajarê Hannover ê Elmanyayê roja Yekşemê nobed dewr girt.

Nobedarên vê hefteyê welatparêzên Kurd Şêxo Sabrî, Avdilbarî Denîz, Mîrza Akbaş û Apê Mistê Emer in.

'DEWLETÊN CÎHANÊ DI MIJARA KURDAN DE BÊ PÎVAN IN'

Avdilbarî Denîz bi navê komê axivî û bi bîr xist ku çalakiya wan a nobedê ev 6 sal in dewam dike û heta Ocalan azad bibe wê bidome. Denîz diyar kir, tecrîda li ser Ocalan ne ya qebûlkirinê ye û got, dema mijar Kurd bin dewletên cîhanê bi rengekî bê pîvan tevdigerin.

Avdilbarî Denîz bal kişand ser destwerdana li Sûriyeyê ya piştî bikaranîna çeka kîmyewî û bêdengiya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê rexne kir. Denîz destnîşan kir ku divê gelê Kurd bibin yek û got, "Pêwîste em li dora rêberê xwe Rêber Ocalan li hev bicivin û wî azad bikin."

OCALAN JI BO KURDAN 'GULEKE SPÎ' YE

Apê Mistê Emer jî da xuyakirin ku gelê Kurd bi nifûsa xwe ya ji 50 milyonî li cîhanê bi tenê hatin hiştin û got, dostê herî girîng ê Kurdan dîsa ew bi xwe ne. Apê Mistê Emer diyar kir, weke Kurdekî Êzidî ew xwedî li Ocalan derdikeve û destnîşan kir ku Ocalan ji bo Kurdan 'guleke spî' ye.

Apê Mistê Emer bi bîr xist ku ax û dewlemendiya Kurdan ji aliyê dewletan ve hatine talankirin û got, Kurdên ku berê nezan bûn, wê êdî rê nedin dijmin.