Nobedarên vê hefteyê Kurdên ji Hannoverê ne

Çalakiya nobedê ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, vê hefteyê bi koma nû ya ji bajarê Hannoverê didome.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bênavber ji bo azadiya Ocalan pêk tê.

Nobedarên vê hefteyê koma ji bajarê Hannover ê Elmanyayê ye.

D, nava komê de jinên Êzidî Edel Aslan û Xezal Yaltî û Koçer Adibellî û Mehmet Salih Bager hene.

Edel Aslan bi navê komê axivî û diyar kir ku esareta 20 salan a Ocalan bi ti awayî nayê qebûlkirin. Aslan bi bîr xist ku çalakiya nobedê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê di sala 8'an de ye û diyar kir, heta ku çalakî bigihêje encamê wê bidomînin.

Aslan anî ziman, tecrîdkirina Ocalan bi berxwedana grevên birçîbûnê û berxwedana dayikan hate bidawîkirin, lê ji nû ve xistine meriyetê.

Aslan destnîşan kir ku heta Ocalan azad bibe wê gelê Kurd dest ji têkoşînê bernede û bang li Kurdên li Ewropayê hemûyan kir ku xwedî li çalakiya nobedê derkevin.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' hefteya derbasbûyî ji aliyê jinên Êzidî ve hatibû domkirin.