Nobedarên vê hefteyê koma ji Vîllîers-Le-Bel e

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 267. de ye.

Nobeda vê hefteyê, ji aliyê 4 kesên ji herêma Vîllîers-Le-Bel a paytexta Fransa Parîsê ve tê girtin.

Welatparêzên Kurd ên bi navê Selçûk Karasû, Umît Oz, Sercan Çalişkan û Şervan Varto, ji roja Yekşemê ve nobedê digirin.

Şervan Varto li ser çalakiyê axivî û bibîr xist, ku nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê lidarxistin ev 5 sal in bê navber dewam dike. Varto destnîşan kir, heta ku Ocalan êsîr be, ti Kurd wê azad nebe. Şervan Varto bang li gelê Kurd kir, ku rabe ser piyan û destekê bide kampanyayên xwedîderketina li Ocalan.

Çalakgerê bi navê Umît Oz jî got, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê bi hemû hêza xwe tevlî çalakiyê bibin. Oz bal kişand ser têkiliya azadiya Ocalan a bi azadiya Kurdan re û ji parêzvanên mafên mirovan û Kurdên li Ewropayê xwest, ku ji bo azadiya Ocalan bi erka xwe rabin.

Sercan Çalişkan jî da zanîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan ew tevlî çalakiyê bûne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir. Li vê taxa çalakî lê tê lidarxistin, avahiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî hene. Çalakî ji hingî ve bi rengekî bê navber dewam dike.