Nobedarên vê hefteyê koma ji Frankfûrtê ye

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" vê hefteyê bi koma ji Frankfûrtê dewam dike. Kurdistanî û dostên wan bi biryar in ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê çalakiya xwe bidomînin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di hefteya 429'an de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Alî Kinay, Mehmet Çakmak, Hasan Kisa û Haci Aleks ên ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ne.

Endamên komê nerazîbûn nîşanî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê dan û diyar kirin, "Ev çi bêdengî ye? 9 sal in em bi rengekî yekser nerazîbûna xwe nîşan didin, lê belê hîn jî ev sazî bêdeng in."

Nobedaran bal kişandin ser bêedaletiyê û gotin, "Kurd jî mîna hemû mirov û dewletan li benda nêzîkatiyeke adîl e, li benda biryarên adîl in. Ji ber ku Rêberê wan 21 sal in girtî ye û agahî jê nayê girtin."

Endamên koma ji Frankfûrtê meşa dirêj a ciwanên Kurd silav kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanyayê pêk tê û diyar kirin, "Em ê ti carî tawîzê ji azadiya Rêberê xwe nedin. Her Kurd divê bi vê armancê bikevin nava liv û tevgerê."