Nobedarên vê hefteyê jinên ji Başûrê Fransayê ne

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgera Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê tê girtin.

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, kete hefteya 291. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ne.

Jinên ji Başûrê Fransayê hatin, roja Yekşemê nobed ji koma ji paytexta Awûstûrya Viyanayê dewr girtin. Medîha Demîr, Şerefnas Boksor, Cevahîr Iliman û Adalet Bîlîr vê hefteyê nobedê digirin.

AZADIYA OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎT ŞERT E

Jinên ku li gel serma û seqemê nobedê digirin, ji roja Yekşemê ve li ser jiyan, nêrîn û têkoşîna Ocalan agahiyê didin mirovên li derdorê. Jin bi vê armancê belavokan belav dikin û sohbetê bi welatiyan re dikin.

Nobedarên vê hefteyê destnîşan kirin ku azadiya Ocalan ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û aştiyane ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn, pêwîst e. Çalakgeran bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re were kirin, tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Jinan bang li gelê Kurd jî kirin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê rabin ku ev faşîzm hewl dide li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê komkujiyan bike.

JI 25'Ê HEZÎRANA 2012'AN Û VIR VE BI RENGEKÎ BÊ NAVBER DEWAM DIKE

Nobenda "Azadî ji Ocalan re" ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bê navber dewam dike û heta niha zêdeyî 1.500 çalakger tevlî bûne.

Di çalakiyê de bi sed hezaran belavok hatin belavkirin û bi gelek mirovên ji welatên cuda yên cîhanê hatin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî sohbet hate kirin.