Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinan a Parîsê ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 361'ê de bi koma nû didome.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', nêzî heft sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê. Jinên ji paytexta Fransa Parîsê hatin, bûn nobedarên vê hefteyê.

Endamên Tevgera Jinan a Parîsê Eylem Fîrar, Şenay Ayhan û Hatîce Kutuk, nobed ji koma ji sê kesan a ji bajarê Oldenburg ê Elmanyayê dewr wergirtin.

Ayhan bi navê çalakgeran axivî û bal kişand ser fikarên ji ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ayhan anî ziman, serdana CPT a Îmraliyê cihê kêfxweşiyê ye, lê belê tecrîd hîn bi dawî nebûye.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û heta niha nêzî 2 hezar Kurdistanî û Ewropayî tevlî bûn.