Nobedarên vê hefteyê ciwanên ji Parîsê ne

Nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin ciwanên ji Parîsê ne. Ciwanên Kurd banga 'Xwedî li Rêberê xwe derkevin' kirin.

Çalakiya "Nobeda Azadiyê" ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 324'an de ye.

Nobed hefteya bihurî ji aliyê siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê ve hate girtin. Vê hefteyê jî ciwanên Kurd ên ji Parîsê hatin, çalakî dewr girtin. Çalakgerên vê hefteyê ciwanên bi navê Pelda Arşîmet, Menderes Yildirim û Mahsûn Çelîk in.

Pelda Arşîmet işaret bi girîngiya tevlîbûna li "Nobeda azadî ji Ocalan re" kir û diyar kir ku rojeva wan a sereke azadiya Ocalan e. Arşîmet destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Ocalan nobedê digirin û got, "Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixînin."

Bi navê koma ciwanan a ji Parîsê hatiye daxuyaniyeke hevpar hate dayin û bang li saziyên pêwendîdar ên li Ewropayê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîd êdî sebra Kurdan difûrîne û bang hate kirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd bi lezgînî were lêkolîn.

Çalakgeran bang li ciwanên Kurd jî kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ruhê serdemê tevlî çalakiyan bibin. Di dawiyê de jî bang kirin û gotin, "Ciwan divê xwedî li vê serdemê derkevin."