Nobedarên sînor ji bo şervanê YPG'ê Bîlge mewlûd dan xwendin
Nobedarên sînor ji bo şervanê YPG'ê Bîlge mewlûd dan xwendin
Nobedarên sînor ji bo şervanê YPG'ê Bîlge mewlûd dan xwendin
Ji bo şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, nobedarên sînor, mewlûd dan xwendin.
Ji bo şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge yê di roja 40. a berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, malbata wî û nobedarên sînor ên li gundê Mehserê, mewlûd dan xwendin. Ji bo mewlûda li pêş mizgefa Mehserê hat xwendin, li ser dîwarê mizgeftê wêneyên cangoriyên malbatê yên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, ala PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li qada ku dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana YPG/YPJ/Kobanê" hatin qîrîn, meleyê endamê Yekîtiya Oldarên Kurdistanê bi Kurdî mewlûd xwend.
Birayê Ekrem Bîlge Ramazan Bîlge yê ji navçeya Mêrdîn Qoserê hat gundê Mehser ê li ser sînor, li vir axaftineke kurt kir û anî ziman ku ew bi kekê xwe re serbilind in û malbata wan hemû alîgirê têkoşîna azadiyê ye. Bîlge diyar kir ku ji salên 70'yî dema destpêkirina têkoşîna azadiyê û vir ve ferdên malbata wan bi canê xwe destek dane û ew bi berdêlên dane re serbilind in.