Nobeda pêkhateyên KCDK-E ya ji bo Ocalan dewam dike
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li bajarê Strasboûrgê, ku ji aliyê rêveberên pêkhateyên KCDK-E ve dewr hate girtin, dewam dike.
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li bajarê Strasboûrgê, ku ji aliyê rêveberên pêkhateyên KCDK-E ve dewr hate girtin, dewam dike.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve, bi rengekî bê navber li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike.
Di hefteya 260. de, hevserokên pêkhateyên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji roja Duşemê û vir ve nobedê digirin.
Hevserokên pêkhateyên KCDK-E ku di roja pêncemîn a çalakiyê de ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn û destnîşan kirin, ku heta Ocalan azad bibe ew ê têbikoşin.
Hevserokê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Zerdeşt Gunay ji rojnameyê re peyivî û diyar kir, gelê Kurd li dora Ocalan li hev civiya ye û bi vî rengî rêya azadiyê dîtiye. Gunay bang li jin, mêr, ciwan û hemû beşên civakê yên li Kurdistan û dîasporayê dijîn kir, ku ji bo azadiya azadiya Ocalan tevlî çalakiyan bibin.
Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Kurd li Hollandayê (DEM-NED) Aydin Batman jî bibîr xist, ku Ocalan tevahiya emrê xwe daye têkoşîna azadiya gelê Kurd. Batman diyar kir, ji bo azadiya Ocalan wan plansaziyeke çalakiyan a ji bo salekê amade kirine û destnîşan kir, wezîfeya wan e ku ew van çalakiyan xurt bikin.
Batman bang li gelê kurd û hemû alîgirên aştî û azadiyê kir ku xwedî li çalakiyên ji bo azadiya Ocalan derkevin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahir Koçer jî anî ziman, ji sala 1999'an dema dîlgirtinê û vir ve zilm li Ocalan tê kirin. Koçer diyar kir, heta ku Ocalan azad bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got, xwedîderketina li Ocalan wezîfeyeke ku dîrokê daniye pêşiya wan.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Delal Rûbar jî da zanîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd wan dixe nava tirs û fikaran. Rûbar got, di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, saziyên Ewropayê bi erk û wezîfeya xwe ranabin û dest nîşan kir, ku ew ê bi israr nîşan bidin ku li gel Ocalan in.