Nobeda Ocalan a hevserokan di roja 5’an de ye

Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) û hevparên wê ve hatiye girtin, di roja 5’emîn de ye.

Nobeda Azadiya Ocalan a bi sirûda ‘Ji Ocalan Re Azadî” ku ev 5 sal in bê navber dom dike, vê hefteyê hevserokên hevparên KCDK-E dewam dike.

Hevserokên ku Duşemê nobed dewir girtin, îro gelek belavok belavkirin û welatiyên derdor û tûrsîtan eleqeyek mezin nîşan dan.

Çalavanên ku di saetên zû yên sibehê de kom bûn, Kurdistaniyên ku li Strasboûrg, Hehl û Baselê dijî serdana wan kirin. Kurdistaniyan piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya hevserokan anîn ziman.

LI SER DÎPLOMASÎ Û EWLEWÎTIYÊ SEMÎNER

Piştî semînera ‘Îslama Demokratîk’ a duh li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) hate lidarxistin û şûnde, îro di saetên sibehê de li ser ‘Netewa Demokratîk û Dîplomasiyê’ hevserokan semîner da.

Semîner ji aliyê Nûnerê Konseya Ewropa ya HDP’ê Faykîk Yagizay ve hate dayîn.

Piştî nîvroyê jî çalavanan guh dan semînera ‘Netewa Demokratîk û Elewîtî’ ya ji aliyê Nûnerê FEDA’yê Mehemt Sermelî ve hate pêkêşkirin.

JI BO NÛNERTIYÊN 34 WELATAN NAME HATIN ŞANDIN

Li aliyê din ji hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç ji ajansa me ANF’ê re axivî û diyar kir ku weke KCDK-E’yê, ji bo welatên nûnertiyên wan ên herdemî li Konseya Ewropayê ne name şandine û daxwazên xwe gihandine wan. Koç destnîşan kir ku di nameyan de armanca çalakiyê hatine vegotin, ji 34 endamên herdemî yên Koseya Ewropayê daxwaza hevdîtinê kirine.

Koç anî ziman ku wê roja Duşemê bi CPT’ê re saet 14:30’an hevdîtin pêk bîne.

JI BO MEŞA AZAD BIKE BANGA BEŞDARIYÊ

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur a beşdarî çalakiyê bûye, ji bo meşa azadiya ji Ocalan re ya ku di çarçoveya ‘Kampanyaya Azad Bike’ de ku di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad ve banga beşdariyê kir.

Goksungur, diyar kir ku divê hemû hevparên KCDK-E’yê divê bi ruhê seberberiyê beşdar bibin û azadiya gelê Kurd, jinan û hemû bawerî û nasnameyan li gel azadiya Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.

Goksungur a ku qala girîngiya beşdarbûna çalakiyan kir got: “Divê zarok, jin, kal, ciwan her kes li qadan azadiya Ocalan qîr bike. Azadiya Ocalan deynê li ser me ye. Welatparêzî û rûmet bi xwedîderketina Rêber Apo ve girêdayî ye.”

Roja 5’an a çalakiyê bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.

Di çarçoveya çalakiya nobedê ya ku wê nava hefteyê de serdanên gelek bên kirin, wê roja Dûşemê meşekî girseyî pêk were.