Nobeda Ji Ocalan Re Azadî didome

Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê dewir girtibûn, bi tevahî coşa xwe dewam dike.

Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê dewir girtibûn, bi tevahî coşa xwe dewam dike.

Bi banga Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a li Ewropayê (KCDK-E), ji roja Yekşemê û vir ve gelek nûnerên saziyên Kurdan Nobeda Ji Ocalan Re Azadî dewir girtibûn. Nobeda ku hefteya 209’emîn li pey xwe hişt, wê sibehê bikeve sala 5’emîn.

Çalakvan li ber KE gel agahdar dikin, her wiha ji aliyê Kurd, Elewî û gelek kesan ve tên ziyaretkirin.

Îro jî hin nûnerên komaleyên Elewî serlêdana Nobeda Azadiyê kirin. Çalakvanan her wiha, li ser baweriyên Elewîtî û Êzîdiyatiyê  du semînerên cuda li dar xistin, nêrînên xwe anîn ziman.

Nûnerên saziyên Kurdan ên ku Nobeda Azadiyê didomînin, wê sibehê bi armanca piştgiriyê tevlî meşa Elewiyan a bi şîara “Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!” bibin.