Nobeda ji Ocalan re Azadî di hefteya 206. de ye
Çalakiya nobedê ya Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kirin, di hefteya 206. de dewam dike.
Çalakiya nobedê ya Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kirin, di hefteya 206. de dewam dike.
Çalakî her hefte ji aliyê komekê ve tê meşandin. Vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Ahmed Karaca, Wezîr Namoyan û Mûhammed Îsa yên ji bajarê Elmanya Dortmûndê hatin, çalakî dewr girtin.
Nobeda ji Ocalan re Azadî, 1.437 li dû xwe hişt û kê ma ye sala 4. tijî bike. Nobed weke çalakiya herî demdirêj û bênavbera a Kurdên li Ewropayê, dewam dike. Çalakî li herêmeke ku avahiyên KE, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ne, tê lidarxistin. Heta niha ji aliyê 206 komên cuda ve hatiye meşandin.
Li Nobeda Azadiyê, heta par ji bo azadiya Ocalan îmze dihat komkirin. Her wiha broşur û belavokên bi zimanên Îngilîzî û Fransayî tên belavkirin. Li ser armanca çalakiyê agahî ji mirovên li derdorê re tên dayîn.
VÊ HEFTEYÊ KOMA JI DORTMÛNDÊ ÇALAKIYÊ DIMEŞÎNE
Vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Ahmed Karaca, Wezîr Namoyan û Mûhammed Îsa yên ji bajarê Elmanya Dortmûndê hatin, çalakî dewr girtin.
Çalakger ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ew serbilind in ji ber ku di oxira azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Strasboûrgê ne. Çalakgeran bang li welatên Ewropayê jî kirin, ku li pêşberî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, bêdeng nemînin.
Ji çalakgeran Ahmed Karaca da xuyakirin, ku ew beriya niha zêdeyî 20 rojan tevlî çalakiya kon a ji bo Ocalan li ber Konseya Ewropayê hat lidarxistin, bû. Karaca berxwedana gel û gerîla silav kir û ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên faşîst ên li Tirkiyeyê banga têkoşînê kir.
Ahmed Karaca her wiha bang li Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropayê jî kir û got, "Divê koçberî, talan, komkujî bên qedandin. Bi hezaran mirov; ciwan, zarok, jin tên qetilkirin. Lazim e Ewropa li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne. Em dixwazin azad bin û bi rengekî wekhev li welatê xwe bijîn."
'DIVÊ SÎSTEMA JI ALIYÊ OCALAN VE HATIYE DESTNÎŞANKIRIN WERE DESTEKKIRIN'
Ji çalakgeran Wezîr Namoyan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bibîr xist, zêdeyî 5 sal in destûr nayê dayîn parêzerê xwe bibîne. Namoyan got, "Ev tecrîda li ser Ocalan a ku hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dikin, ne ya qebûlkirinê ye. Divê hiqûqa navneteweyî bi cih bê anîn."
Namoyan da xuyakirin, ku ew bi xwe Kurdekî Êzidî ye, ku malbata wî beriya sed salan koçî Kafkasyayê hatiye kirin û got, "Ev çend nifş in, em koçber in. Yanî eger çareseriyek pêk were, em ê jî vegerin mala xwe. Bi qanûnên demokratîk, em jî tevî gelên din li welatê xwe bijîn."
Namoyan işaret bi girîngiya jiyana bi hev re ya komên cuda yên etnîkî, olî û çandî kir û anî ziman, nêrînên Ocalan ên li ser jiyana bi hev re ya gelan li Rojava ketine meriyetê û divê her kes xwedî lê derkevin. Namoyan got, "Çawa ku di nava 4-5 hezar salan de em bi hev re jiyan, ji niha û pê ve jî em dikarin bi hev re bijîn. Divê Ewropa û DYA jî destekê bidin vê yekê."
Ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê Mûhammed Îsa jî şehîdên Kurdistanê bibîr anî û da zanîn, ew ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyê bûye. Îsa bal kişand ser girîngiya sekna ciwanên Kurd a li hemberî cihêkarî, zext û nefretê û ji ciwanan xwest, xwedî li nasnameya xwe derkevin.
Îsa diyar kir, divê li hemberî AKP û hemû sîstemên faşîstan û paşverû yên li Rojhilata Navîn helwest were nîşandan û dewletên Ewropa jî êdî bes bêdeng bin.
ELEQEYA JI BO ÇALAKIYA NOBEDÊ
Endamê Komîteya Amadekar a Nobeda ji Ocalan re Azadî Qesas Laser da xuyakirin, çalakî êdî ji aliyê dîplomat, xebatkarên burokratîk, parlamenter û xebatkarên din ên li saziyên Ewropayê ve hatiye qebûlkirin. Laser bi taybetî işaret bi eleqeya tûrîstan a ji bo çalakiyê kir û got, "Li ser armanca çalakiyê û Rêberê Gelê Kurd gelek pirsan dipirsin. Çalakger jî wan agahdar dikin."
Laser ragihand, divê gelê Kurd hîn bêhtir destekê bide Nobeda ji Ocalan re Azadî û diyar kir, ev yek wê ji bo çalakgeran bibe moral.
Qesas Laser bibîr xist, ku kêm ma ye çalakî 4 salan li dû xwe bihêle û ji bo çalakiya 25'ê Hezîranê banga tevlîbûnê li hemû Kurdan kir.