'Nobeda Azadiyê' bi endamên Tevgera Ciwanan dewam dike
Nobeda li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 585'an de bi endamên Tevgera Ciwanan dewam dike.
Nobeda li Strasbourgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 585'an de bi endamên Tevgera Ciwanan dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an li bajarê Stasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin, dewam dike.
'Nobeda Azadiyê' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya nû de bi koma ji endamên Tevgera Ciwanan pêk tê.
Baz Koçer, Alî Seven û Baxoz Hesekê di nava komê de ne.
Baz Koçer bi navê komê daxuyanî da û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, gelê Kurd û gelên bindest hemû silav kir.
Koçer bi bîr xist ku çalakî 12 sal in li qadeke ji saziyên Ewropayê pêk tê û got, "Em ji tecrîda giran a li ser Rêbertî diêşin; ji ber vê yekê jî bang li ciwanan hemûyan dikin. Li her derê divê ciwanên Kurdistanê, ciwanên li Ewropayê rabin ser piyan, ji bo Rêbertî çi ji dest tê divê bê kirin. Roj roja rabûna ser piyan e."