Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 341'ê de ye

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' di hefteya 341'ê de ye. Çalakgerên nobedê diyar kirin ku di sala nû de wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan mezin bikin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 341'ê de bi komeke nû dewam dike.

Nobedarên hefteya bihurî, Kurdistaniyên ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê bûn. Vê hefteyê jî komeke ji 4 kesan a ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê nobed dewr girt. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Alî Botan, Omer Taşlitepe, Baran Dersim û Kamîl Şirnakli ne.

BI WESÎLEYA KU SALA NÛ BIBE SALA AZADIYA RÊBERTÎ

Endamên koma nû bi bîr xistin, çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir zêdeyî 6,5 sal in dewam dike û gotin, ew hêvîdar in sala 2019'an bibe sala azadiya Ocalan. Çalakgeran diyar kirin, bi ê armancê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniya koma nû de hate gotin, "Di sala nû de bi hêviyeke nû, ji bo azadiya Rêberê xwe divê em têbikoşin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, nobeda 'Azadî ji Ocalan re' sala 2012'an piştî greva birçîbûnê ya 52 rojan a li dijî tecrîdê dest pê kir û bal kişandin ser greva birçîbûnê ya 17'ê Kanûnê dest pê kir û hîn jî bi rengekî bê dawî û bê dorveger didome.

PEYAMA JI BO SALA NÛ

Di vê navberê de Komîteya Amadekar a nobeda 'Azadî ji Ocalan re' daxuyaniyek da û spasiya her kesên ku di nava 6,5 salan de nobed girtin, kir. Endamê Komîteya Amadekar Zulfu Bîngol diyar kir, çalakî wê heta azadiya Ocalan bidome û got, gel wê her tim xwedî li Ocalan derkeve.