Nobed dewam dike: Bila çapemenî azad be, Rewşa Awarte bê rakirin
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî yên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çalakiyê de hat xwestin ku Rewşa Awarte bê rakirin.
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî yên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çalakiyê de hat xwestin ku Rewşa Awarte bê rakirin.
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya, endamên Desteya Şêwiriya Weşanê Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay ên girtî yên Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê dewam kir. Di nobedê de ku pankart hatin vekirin, ji hêla gelek partî û nûnerên saziyan hat destekkirin.
YILDIZ A CHP’Î: BILA BÊWIJDANÎ BI DAWÎ BIBE
Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Rêxistina CHP’ê ya Navçeya Kadikoyê Şengul Yildiz xwest ku Rewşa Awarte bê rakirin û got; “Divê nivîskar, rojnameger bên berdan, ev bêhiqûqî, ev şermînî, ev bêwijdanî bê bidawîkirin.”
DAYIK YILDIZ: EM Ê DENGÊN WAN RAGIHÎNIN
Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz jî tevahî rojnameger û nivîskarên girtî silav kirin û got; “Dibe ku ew me nabihîzin, lê em ê li her qadê bibin dengên wan.” Yildiz axaftina xwe wiha domand; “Her ku em dibêjin edalet, nav çar dîwaran nîşanî me didin. Ji ber ku 21 sal in ez li edaletê digerim. Tenê kurekî min hebû, ew jî dema min bir ew qereqola ku em bi edaleta wê bawer, careke din nedan me.”
Beşa vê hefteyê ya çalakiya nobedê bi stranan hat bidawîkirin.