'Nîzama leşkerî' li ser girtiyan tê ferzkirin

Li Girtîgeha Hejmara 2. a Tîpa T a Tarsûsê li ser girtiyan tê ferzkirin ku bi rengê leşkerî serjimartinê bikin.

Kiryarên kêfî yên li girtîgehan naqedin. Bi taybetî jî piştî îlankirina Rewşa Awarte li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Tarsûsê ye. Cengîz Temelê ku li vê girtîgeha navborî dimîne, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û balê kişand ser pêkanînên kêfî yên li girtîgehê. Li gor tiştên ku Temel gotine, li girtîgehê jimariya li ser piyan li girtiyên siyasî tê ferzkirin û kesên qebûl nekirin jî bi gefan li wan dixin û ji wan re dibêjin ew ê wan bibin odeyên bisînger.

Temel diyar kir ku binpêkirin tenê ne ev in, her wiha diavêtina ser qewîşan de amûrên wan û pirtûkên wan jî tên desteserkirin. Temel got ku sirûdan bi wan didin guhdarîkirin û bi vî awayî tên provekekirin. Temel bi lêv kir ku ew bi tu awayî xeberê ji hevalên xwe yên qawîşên din wernagirin. Her wiha Temel destnîşan kir ku ew ê heta 15 Sibatê hevdîtinan çê nekin.