Nivîskar Temel Demîrer hate binçavkirin
Nivîskar Temel Demîrer ku ji bo îfadeya daxuyaniya Pirsûsê çû Edliyeya Stenbolê, hat binçavkirin.
Nivîskar Temel Demîrer ku ji bo îfadeya daxuyaniya Pirsûsê çû Edliyeya Stenbolê, hat binçavkirin.
Nivîskar Temel Demîrer ku ji bo îfadeyê bide çû Edliyeya Stenbolê hat binçavkirin. Nivîskar Demîrer di 23'ê Tîrmehê de li Kadikoyê beşdarî bîranîna komkujiya Pirsûsê bûbû û li vir axivîbû. Dîsa Temel Demîrer li Enqereyê beşdarî daxuyaniyan bûbû û komkujiya Enqereyê şermezar kiribû. Her wiha beşdarî çalakiyên ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bûbû û piştgirî dabû wan. Hat zanîn ku Demîrer ji ber tevlîbûna çalakiyan hatiye binçavkirin.
Demîrer ji bo ku îfadeya wî were girtin, li benda dozger e.