Nikarin leşkrên bi pere peyda bikin

Nikarin leşkrên bi pere peyda bikin

Hukûmeta AKP’ê ji bo peydakirina personelên ji bo artêşa xwe ya “profesyole” a ku dixwaze li dijî PKK’ê bi kar bîne, di tengasiyê de ye. Artêşa Tirk ji bo kadroya xwe ya 25 hezar û 800 a ku dixwaze li Kurdistanê bide şerkirin, tenê 956 leşkerên peymandanî peyda kir.

Artêşa Tirk ku li hemberî gerîlayên Kurd derbe li ser derbeyê dixwe, hemû hêviya xwe bi artêşa xwe ya “profesyonel ve girêdaye”, lê ew jî bi binketinê re rû bi rû ye. Lê AKP nikare leşkeran ji bo artêşa xwe ya “profesyonel” a ku çapemeniya cihê wê li erd û ezmanan nake, peyda bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, hukûmeta AKP’ê ji artêşa xwe ya “profesyonel” a ku dixwest bi 50 hezar leşkeran ava bike, tenê 956 personel peyda kiriye.

Artêşa Tirk ku dixwaze van leşkeran ji bo ewlehiya sînor û li dijî gerîlayan kar bîne, di cara yekem de tenê karî 503 personel peyda bike.

Artêşa Tirk heta niha 1388 leşkerên bi pere girtiye, ji van heta niha 956 leşkeran dişîne