Nîjadperestan êrîş birin ser buroyên HDP'ê yên li Îzmîr û Mersînê

Nîjadperestan li Îzmîr û Mersînê êrîş birin ser buroyên hilbijartinê yên HDP'ê.

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa Gedîz a navçeya Bûca ya Îzmîrê bû hedefa êrîşê. Li vê taxê bi giranî Kurd dijîn. Tê gotin, êrîşkar ji navçeyên derdorê li hev civiyane û êrîş birine ser buroyê.

Piştî ku endamên HDP'ê buro girtin, nîjadperestan bi şev êrîş birin ser buroyê, camên wê şikandin û pankartên partiyê çirandin. Kedkarên HDP'ê diyar kirin ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re êrîş zêde bûne û gotin, wê guh nedin êrîşan û karê xwe bidomînin.

Doh jî li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr, komek ji 6 kesan bi işareta "nîjaderestiyê" û "rabîa" gef li endamên HDP'ê xwaribûn.

MERSÎN

Li navçeya Yenîşehîr a Mersînê, stîckerên ku nivîsên nîjadperestî li ser hatibûn nivîsandin, bi camên buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li taxa 75 Evlerê hatin zeliqandin. Heman stîcker li ser afîşên Selahattîn Demîrtaş jî hatin zeliqandin.