‘Nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li hember gelê Kurd e’
Hevserokê berê ya KCD’ê Aysel Tûglûk, hişyariya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe da Tirkiyeyê.
Hevserokê berê ya KCD’ê Aysel Tûglûk, hişyariya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe da Tirkiyeyê.
Hevseroka berê ya KCD’ê Aysel Tûglûk hişyariya ku tecrîda li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wê Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibe da Tirkiyeyê. Tûglûk a ji ANF’ê re axivî diyar kir ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li hember gelê Kurd e û vê tecrîdê gelê Kurd pir aciz kiriye. Tûglûk a bang li hikûmeta navendî kir ku dest ji van polîtîkayên xwe yên bêxêr berde û got: “Berevajî vê hûn ê 50 hezar Kurdî li hember xwe bibînin.”
Tûglûk diyar kir ku tecrîda li hember Ocalan ew 16 sal in didome û got ku li hember Ocalan tecrîd û hiqûqeke taybet tê meşandin.
Tûglûk a bang li hikûmeta navendî kir ku dest ji van polîtîkayên xwe yên bêxêr berde û got: “Berevajî vê hûn ê 50 hezar Kurdî li hember xwe bibînin.”
Tûglûk wiha dewam kir: “Eger bê xwestin li vî welatî pêşiya jiyana aştî, demokrasî û biratî bê vekirin divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin, derfet bê dayîn ku bi parêzer, malbat û heyetê re hevdîtinê pêk bîne.”