Nêzî 4 hezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Nêzî 4 hezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Nêzî 4 hezar kes li Berlînê ji bo Kobanê meşiyan
Li paytexta Almanya Berlînê, bi armanca piştgiriya bi berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê re çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Nêzî 4 hezar kes beşdarî meşa ku îro li qada Kudamm a Berlînê pêk hat bûn.
Çalakî û xwepêşandanên Kurdên li Ewropayê yên ji bo berxwedana Kobanê berdewam dikin. Di çalakiyên ku îro li Almanyayê pêk hatin de bang li raya giştî ya Alman û Ewropayê hate kirin ku li hemberî rewşa Kobanê bihîstyar bin.
Meşa ji ali yê Navenda Civaka Kurd a Almanyayê ve (NAV-DEM) û PYD’ê ve hate lidarxistin, ji yek ji qadên qelebalix ên paytexta Almanya Berlînê Wittenbergplatzê dest pê kir. Meş bi beşdariya 4 hezar kesî heta semta turîstîk a Berlînê Kurdamm berdewam kir.
Rêxistin û saziyên Kurdan ên li Berlînê, penaberên Tirkiyeyî û çepên Alman desteke xurt dan meşê. Jinên ku di çalakiyê de, di rêza pêşî de cih girtin pankanta “Îro Kurdistan, sibe Ewropa û Almanya” hilgirtin.
Xwepêşandêran di çalakiya xwe de dovîz û pankartên derbarê wehşeta çeteyên DAIŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne de hilgirtin. Di axaftinê bi Almanî hatin kirin de, bal kişandin ser êrîşên hewayî yên ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve li hemberî DAIŞ’ê pêk tên û hate destnîşankirin her çendî Kobanî di bin xeteriyê de ye, lê ev koalîsyon vê yekê nabîne.
Turîst û Almanên li derdorê jî eleqeyek mezin nîşanî meşa Kurdan dan . Meş heta qada Adenauerplatzê berdewam kir.