Newroz li welatê Baskê tê pîrozkirin

Newroz li welatê Baskê tê pîrozkirin. Pîrozbahî wê sê rojan dewam bikin.

Newroz li welatê Baskê tê pîrozkirin. Pîrozbahî wê sê rojan dewam bikin.

Şaredariya Bajarê Hernanî ya welatê Baskê û Komeleya Hevaltiya Kurd û Baskê, ji bo pîrozkirina Newrozê 3 rojan çalakiyan lidar dixin.

Şaredariya Hermanî bi Şaredariya navçeya Colemêrg Şemzînanê re şaredariya bira ye. Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de pêr êvarê bi mijara "Li Bakurê Kurdistanê çi diqewime?" konferansek hat lidarxistin.

Roja Înê jî wê li ser rola jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê de konferansek bê lidarxistin. 

Roja Şemiyê jî wê fîlmê 'Min dît' ê Mîraz Beraz were nîşandan. Şaredariya Hernanî wê di 21'ê Adarê roja Newrozê de daxuyaniyek bide.

...