Newroz li Ûtrechtê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ûtrechtê, Newroz pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ûtrechtê, Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Elmanya Ûtrechtê, Kurdan, Elewiyan û Holandiyan cara yekemîn bi hev re Newroz pîroz kirin. Newroz li dika muzîkê ya navdar Rasa hat pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyê de wênevakê Kubayî çîroka berxwedanê ya Kawayê Hesinkar xêz kir.
Girseya gel li ber dahol û zirneyê govend gerand û ji bo piştgiriyê bidin Cizîr û Sûrê, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê desteka madî hat komkirin.
Di pîrozbahiyê de Keno Ahmed, Koma Sînor, Ganî Mîrzo, Îbrahîm Keîvo jî derketin ser dikê.